Trump û Biden di roja dawîn ya beriya hilbijartinê xebatên xwe didomînin
Her du berbijarên seroktîyê jî di roja dawîn ya kempeyna di pêşbazîya jibo Qesra Sipî de xebatên xwe didomînin.
Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê ewê li çar eyaletên ku wek eyaletên biryarder têne zanin lêgera piştgirîyê bike û hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden jî dê giranîya xwe bide ser eyaletên Pennsylvania û Ohio.
Trump ê Komarî di ankêtên raya neteweyî de ya berîya roja hilbijartina Sêşemê de li paş berbijarê Demokrat Biden xûya dike.
Lê, tê dîtin ku pêşbazî ya navbera her du berbijaran li eyaletên biryardar gelek nêzî hevûdin dimeşe, ku Trump hîn jî dikare 270 dengên ku jibo serdestîya Desteya Hilbijaran pêwiste bi dest bixe ku ewê serokê nû hilbijêre.
Trump, armanc dike ku ji dema hevkarê wî yê Komarî George H.W. Bush di 1992'an de vir ve, nebe serokê yekê yê ser kar ku jinûve hilbijartinê winda dike.
Trump dê îro roja duşemê li North Carolina, Pennsylvania, Wisconsin û du jî li Michigan mîtîngan pêk bîne.
Herwiha Trump di 2016an de, dijî berbijara Demokrat Hillary Clinton li wan eyaletan qezenc kir, lê anket nîşan didin ku Biden îda dike ku ewê wan eyaletan bo Demokratan paşde bigire.
Trump dê kempeyna xwe li bajarê Grand Rapids, Michigan bi dawî bike ku wî li heman cîhê seroktîya xwe ya 2016'an bi mitînga piştî nîvê şevê ya Roja Hilbijartinê dîyar kiribû.
Biden, berbijara cîgirtîya serok Kamala Harris û hevjînên wan dê piranîya îro li eyaleta Pennsylvania derbas bikin û herwiha ewê li çar alîyê eyaletê belav bibin ku ev cîh bo hêvîyên cîgirê berê yê serok gelek girîng e.
Biden dê endamên sendîkayê û hilbijêrên Afrîkî-Amerîkî li herêma Pittsburgh bicive û êvarê jî ewê beşdarê mîtînga stranbêj Lady Gaga bibe.
Di heman demê de ewê Biden li heremên ber bi sînorê eyaleta Ohio carek din bigere, û roja xweya dawîn ya kempeyna li eyaletek ku niha anket pêşbazîyek nêz nîşan didin, derbaz bike.
Serokê berê Barack Obama, yê ku Biden heşt salan cîgirê seroktîya wî kir, dê îro duşemê li eyaletên Atlanta, Georgia, mitîngeke jibo 'dengdanê derkeve derve' dar bixe û piştre ewê êvarê bi mitîngeke li Miami kempeyna biqedîne.
Biden kempeyna xwe li ser êrîşkirinê damezrand, bi taybetî çû eyaletên ku Trump di 2016'an qezenc kiribû û herwiha wî rêvebirina serok trump ya rêvebirina peyvajoya pandemîya vîrusa korona rexne kir, ku di qonaxên dawî yên pêşbazîyê de bû mijarek gelek girîng.
Biden Trump tawanbar dike ku dev ji şerê hemberî pandemîya vîrusa korona berdaye, ku zedetirê 230.000 Amerîkî kuşt û bû sedema windakirina bi mîlyonan kar.
Anket nîşan didin ku Amerîkî bo şerê dijî vîrusê ji Trump pirtir bawerî bi Biden dikin.
Trump di dema hewldaneke bi coş ya bo 5 eyaletên biryarder ya roja yekşemê de, îda kir ku ew di pêş de ye.
Herwiha Trump soza vejînek aborî û radestkirina demeke nêz ya vaksîna vîrusa korona da.