Mijdar 01, 2020 18:35 Asia/Tehran
  • Piştî ragihandina piştgiriya Rûsiyê ji Ermenistanê / Eliyêv: Me tu biryarek jibo operasiyonê li axa Ermenistanê tune

Serokoamrê Komara Azerbaycanê got ku daxwaza Ermenistanê ji Rûsiyê bêwate ye; Ji ber ku biryar nîne operasiyoneke leşkerî li nav axa Ermenistanê pêk were.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ilham Eliyêv serokomarê Komara Azerbaycanê îro Yekşemiyê di hevdîtina bi Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Bakûrê, îdia kir ku Ermenistan ji şerê Qerebaxê da têk çûye.

Li gorî nivîsa ajansa Anatoliyê, Eliyêv di vê hevdîtinê da îdia kir: "Wisa ku hûn dizanin Ermenistan li têkçûna xwe mukur hat. Wisa ku hûn dizanin serokwezîrê Ermenistanê vê dawiyê nameyek jibo serokomarê Rûsioyê şandiye û ev name di rastiyê da mukurhatin lki işkestê ye. Ji ber ku naveroka nameyê daxwaza alîkariya leşkerî ji Rûsiyê ye. Ev di halekî da ye ku tu hegerek jibo vî karî tune."

Ev gotinên Eliyêv piştî wê yekê ne ku Weareta karên derve ya Rûsiyê roja Şemiyê ragihand ku heke şer derbasî nav axa Ermenistanê bibe, Mosko dê bi hemî derfetên xwe yên pêwîst pişta Yêrîvanê bigire.

 

Serepeyv