Cotmeh 31, 2020 14:53 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê rapirsî Biden li pêş Trump datînin

Amerîka yek ji wan welatên kêm li cîhanê ye ku tê de zêdetirîn rapirsî tên kirin û di dema hilbijrtinan de bi taybetî hilbijartinên serokayetiyê, ev çalakî xurtir û zêdetir dibin.

Niha Joe Biden, berbijêrê Demokratan bo postê serokomartiya Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 5 li pêş e.

Li hemberî vê rapirsiyê Trump bawernebûnê bi rapirsiyan tekez dike, di dema bicîhiştina koşka sipî bo encamdana civînên  cemawerî li wîlayetên Mîşîgen, Wîskunson, Mînîsota û Arîzona bêbaweriya xwe di vî warî de ragihand.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, dibêje, “Vê sibehê, rapirsiyeke saxte bidest min ket, di dema ku em li pêş in, dibînin ku rapirsiyên ABC, Washington Post dibêjin , Trump li Wîskenson bi 17 xalan li paş e. Wan berî 4 salan heman hewlê xwe yê pûç dabûn, lê hewlê wan biserneket. Ev mîdya çiqasî nepaqij in.”

Bob Rogers, akinciyê Karolînaya Bakur dibêje, “Eger ligor rapirsiyan be, Biden li pêş Trump e, lê di rapirsiyên 2016ê de jî Hilary li pêş Trump bû, lê encam ecêb bûn.”

Lê ev tenê ne pirsgirêka rapirsiyan e, dibe ku di roja hilbijartinê de kesek nerîna xwe biguhere û deng nede yan ka wê dengê xwe bide kê, baştirîn mînak jî, di hilbijartinên 2016ê de, ku xelkeke zêde gotibûn deng didin Hilary, lê wan di roja hilbijartinê de beşdarî nekirin.

Pirsgirêkeke din ya rapirsiyan ewe ka gelo li ser kaxezê tê kirin ya bi rêya online.

Ya ku li ser kaxezê tê kirin, dengderên bi temen tê de beşdar dibin, û ewên jî ku bi online tên kirin, dengê xelkê gundewaran piştguh dibe, û cara dawî di roja hilbijartin de muhtemel e pêşbîniya navendên rapirsiyan bi tevhaî bi şaşîtî derkeve.

Serepeyv