Cotmeh 31, 2020 09:03 Asia/Tehran
  • Ermenistan û Komara Azerbêcan girêdayî danûstandinên aştiyê li Cinevê dicivin

Ermenistan û Komara Azerbêcanê îro ragihandin ku wezîrên karên derve yên her duyan gihaştin Cinevê da ku dest bi danûstandinan girêdayî aloziya Qerebaxê bikin.

Her du wezaretên derve yên Ermenistan û Komara Azerbêcanê piştrast kirin ku her wezîrên wan ên derve gihaştine Cinevê.

Şerê herî dijwar li başûrê Qafqasyayê ji zêdetirî 25 salan ve, metirsiyên rûdana şerekî firehtir ku dibe bigihêje Rûsya û Tikriyê çêdikin. Her wiha xetên ku petrol û gazê ji Komara Azerbêcanê vediguhêzînin sûkên cîhanî, tehdîd dike.

Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê gotibû dewleta Tirkiyê ya ku banga roleke mezintir dikir, divê di nava dewletên ku tev li danûstandinên bidawîkirina şerê de cih bigire.

Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov îro ji rojnamevanan re axivî û got hêzên parastina aştiyê wê bê erêkirina Ermenistan û Komara Azarbêcanê derbasî herêma şer nebe.

Sê lihevkirin agirbestê bi navbeynkariyên Amerîka, Rûsya û Fransayê bi bin ketin.

Şandeya Amerîkayê ya li Cinevê tevlêbûna xwe di danûstandinan de piştrast kir û got Amerîkayê bangawaziya xwe ji Ermenistan û Komara Azerbêcanê ji bo agirbestê didomîne.

Serepeyv