Cotmeh 30, 2020 20:57 Asia/Tehran
  •  Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne ji 33 milyonî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) filitîne ji 33 milyonî derbas bû.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor agahiyê malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne derket 33 milyon û 2 hezar û 635an.

Li gor daneyan 5 dewletên ewil yên ku hejmara kesên baş bûne lê zêde ne wiha ye:

Hindistan 7 milyon û 373 hezar û 375, Amerîka 5 milyon û 983 hezar û 345, Brezîlya 4 milyon û 954 hezar û 159, Rûsya milyonek û 186 hezar û 41 û Kolombiya 950 hezar û 348.

Li Tirkiyê heta 29ê Cotmehê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîne derketiye 320 hezar û 762.

Ji ber şewba Kovîd-19ê ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li hemû dinyayê belav bû li seranserê dinyayê heya niha 45,3 milyonî zêdekir kes nexweş ketine û ji milyonek û 186 hezarî zêdetir ker jî mirine.

 

Serepeyv