Cotmeh 25, 2020 20:56 Asia/Tehran
  • YE bertek nîşanî heqaretên Enqerê da

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewropa Jopes Borrell bertek nîşanî heqaretên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ê li hemberî Serokkomarê Fransayê Macron da.

Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser Twîtterê de diyar kir ku gotinên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan “Nayê pejirandin.”

Borrell got, “Gotinên Serokkomar Erdogan ên li hemberî Serokkomar Emmanûel Macron nayê pejirandin.”

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya YE bang li Tirkiyê kir ku “Dawî li pevçûnên xwe yên xeternak bîne.”

Fransa rexne li Erdogan digire ku 16’ê Cotmehê di derbarê mijara mamosteyê Fransî yê ku serî wî jêkirin û hat qetilkirin de, bi ti şêweyî ew şermezar nekir, li dijberî wê hêncet dît û bê navber daxuyaniyên provokatîf da û herî dawî diyar kiribû “Pêwîstiya Macron bi tedawiyek zihnî” heye.

Vê daxuyaniyê rê li ber krîza di navbera du welatan de vekir. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku ev heqaret “nayê pejirandin” û “nakeve polemîkên bê feyde” û bang li sefîrê Tirkiyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian jî bertek nîşanî Tirkiyeyê da.

Serepeyv