Cotmeh 21, 2020 21:45 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 15 hezar û 700 kesên din bi vîrusa korona ketin û 317 kesan jî can dane ku ji rojên berê zêde ye

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa korona berdewam ber bi zêdebûnê ye û li wî welatî heta naha zêdetirî 24 hezar pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 21.10.2020ê li Rûsyayê 15 hezar û 700 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara pêketiyên vîrusa korona bi giştî li wî welatî geheştiye milyonek û 447 hezar û 335 kesan.

Herwaha li Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de 317 pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara pêketiyên heta naha jiyana xwe li dest dane li Rûsyayê geheşt 24 hezar û 952 kesan.

Li Rûsyayê heta naha milyonek û 85 hezar û 608 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Serepeyv