Cotmeh 19, 2020 14:52 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê 45 hezar û 134 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona berdewam zêde dibe û heta niha zêdetirî 224 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawî yên îro 19.10.2020ê di 24 saetên borî de 45 hezar ê 134 kesên din bi vîrusa korona ketin. Bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê gihêşt 8 milyon û 387 hezar û 799 kesan.

Herwaha heta naha li Amerîkayê 224 hezar û 730 kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 5 milyon û 457 hezar û 684 kes jî baş bûne.

Di warê pêketina bi Koronayê û candayîna ji ber vê nexweşiyê li cîhanê Amerîka welatê yekem e û piştî wê Hindustan e.

Serepeyv