Macron: Êrîşa li hemberî mamostayê Fransî, êrîşeke terorîstî ye
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku êrîşa li hemberî mamostayê Fransî, êrîşeke terorîstî ya cîhadiyên tûndrew e ku duh û bi kêrê hatiye kuştin.
Li paytexta Fransa bajarê Parîsê mamostayekî li dibistanê karîkatorê Hz. Muhemed (S) ê di kovara Charlie Hebdo de hatiye weşandin nîşanî xwandevanan da û piştre hat serjêkirin
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron yekser seredana cihê bûyerê kir û êrîş weke êrîşeke terorîstî ya komên cîhadiyên tûndrew bi nav kir.
Macron got, hemwelatiyekî wan ji ber ku xwendevanên xwe fêrî azadiya raderbirînê, bawerî û azadiya bawernekirinê dikir, hate kuştin.
Li gor ajansa nûçeyan a Fransî AFPê mamostayekî dersa dîrokê, piştî ku di dersa xwe de behsa azadiya bawerkirin û bawernekirinê dike û tê gotin ku karîkatûrên Hz. Muhammed nîşanî xwendekaran dane, ji aliyê xortekî 18 salî ve li kolanê bi kêran hate kuştin, li gorî hinek çavkaniyan serê wî jî hatiye birîn.
Tê gotin ku kujerê 18 salî misilmanekî Çeçenî ye û di dema kuştinê de bi dengekî bilind gotiye “Allah-û-Ekber”.
Êrîşkar nêzîkî cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û dema ku xwest êrîşî polîsan jî bike, hate kuştin. Tê gotin ku 4 kesên din jî ji malbata êrîşkar hatine girtin û lêpirsîn ji wan tê kirin.
Li Fransa di van çend salên dawî de, zêdetirî 250 hemwelatî, di encama êrîşên tûndrewan de bûne qurbanî.