Cotmeh 15, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Serokkomarê Qirqizistanê îstifa kir

Serokomarê Qirqizistanê Sooronbay Ceenbekov piştî aloziya siyasî ya piştî hilbijartinan rû da, îstifa kir.

Serokkomarê Qirqizistanê Sooronbay Ceenbekov got: "Ez xwe li desthilatdariyê asê nakim. Naxwazim bibim serokkomarek ku gulleyan li welatiyên xwe direşîne û bi vî rengî naxwazim bikevin dîroka Qirqizistanê."

Ceenbekov hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku dema welat aram bû ew dikare xwe ji desthilatdariyê vekişîne û roja Çarşemê jî gotibû ew ê li benda encamên hilbijartineke nû be.

Di 4'ê Cotmehê de bi hinceta ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin û deng hatine kirîn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kiribûn û komên muxalîf ên cuda gelek avahiyên cemaweriyê dagir kiribûn.Piştî xwepêşandana gel Komîsiyona Hilbijartinê êvara duşemê encama hilbijatinê îbtal kir. 

Di encama nearamiyên roja duşemê êvarê li Bîşkîka paytext kesek hat kuştin û 590 kes jî birîndar bûn.

Di dawiya dawî de serokkomar bi zexta serokwezîrê nû Sadir Carapov îstifa kir. Serokwezîrê neteweperest ê ji aliyê parlemanê ve hate hilbijartin, dixwest ku Ceenbekov tavilê îstifa bike.

Serepeyv