Rayedarên Rûsiye û Ewropayê li ser berçavgirtina agirbesê li Qerebaxê pêgirî kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320404-rayedarên_rûsiye_û_ewropayê_li_ser_berçavgirtina_agirbesê_li_qerebaxê_pêgirî_kirin
Rayedarên Rûsiye û Ewropayê ji aliyên şêrr li Qerebaxê xwestin ku peymana Agirbesê berçav bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2020 10:52 Asia/Tehran
  • Rayedarên Rûsiye û Ewropayê li ser berçavgirtina agirbesê li Qerebaxê pêgirî kirin

Rayedarên Rûsiye û Ewropayê ji aliyên şêrr li Qerebaxê xwestin ku peymana Agirbesê berçav bigirin.

Li gorî rapora Rianuvestiyê, Li pey weşandina hin raporan derbarê binpêkirina agirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê, Sêrgêy Şoygo Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê daxwaza bidawîhatina van pevçûnan û sozdiya du aliyan derheqê agirbesê kir.

Ji aliyê din va; Cozêp Borêl Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê di gotûbêja telefonî digel Sêrgêy Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ra li ser pêwîstiya pêkhatina agirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê navbera Ermenistan û Rûsiyê pêgirî kir.