Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Azrebêcan bombeyên guşî li dijî Qerebaxê bikar tîne
Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku Komara Azrebêcanê bombeyên komî (guşî) yên li Israîlê hatine çêkirin di şerê li dijî Nagornî-Qerebax de bikar tîne.
Berdevkê Rêxistina Efû ya Navneteweyî Denis Krivoshev diyar kir ku bombeyên Îsraîlê li ser bajarê Stepanakert ketin. Her wiha diyar kir ku ew ji ber bikaranîna mîna van çekdan şaş maye.
Tora BBC a ku agahiyên xwe dispêre rojnemaya Daily Telegraph a Brîtanyayê, eşker kir ku êrişa bi bombeyên komî di batlaneya heftane de ya li ser bajarokê Stepanakert paytexta herêmê Nagornî-Qerebax hatiye belgekirin.
Li herêma Nagornî-Qerebax ji 27'ê Îlona borî ve şerekî dijwar navbera Komara Azrebêcan û Ermenistanê de rû dide, dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyî weke destek ji Azerbêcanê re dişîne.
Herwiha gelek ji çavkaniyan jî diyar kirine ku bikaranîna bombeyên guşî li gor tewsiyaya Tirkiyê bûye, çawaku vî welatî bi xwe ev bombeyan li dijî kurdên Sûriyê bikar anîn û gelek ji sîvîlan jî kir qurbanî.