Wezareta karên derve ya Ermenistanê daxwaza agirbesê li Qerebaxê kir
Cotmeh 06, 2020 17:34 Asia/Tehran
Dewleta Ermenistanê bi daxwaza jibo rawestandina pevçûnan li navçeya Qerebaxê, derbarê her cûre çareserkirina kêşeya li ser vê navçeyê digel Komara Azerbaycanê bi riya rêkara leşkerî hişyarî da.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta karên derve ya Ermenistanê îro Sêşemiyê bi daxuyaniyekê li ser pêwîstiya pêkanîna agirbesê digel Komara Azerbaycanê li navçeya kêşeliser a Qerebaxa Çiyayî pêgirî kir.
Li gorî rapora Sputnikê, di vê dxuyaniyê da hatiye: "Ermenistanê li ser pêwîstiya agirbesa lezgîn li Qerebaxê pêgiriyê dike...Em careke din pêgiriyê dikin ku tê dewsgirek jibo pêvajoya aştiyê û rêkara bi aştî jibo bidawîanîna vê nakokiyê tune."