Çawûşoxlû: Tirkiye amade ye di hemî waran da alîkariya Bakûyê bike
Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku çûye Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê got ku ev sefer bi armanca nîşandana piştevaniya Enqere ji Bakûyê pêk hatiye û welatê wî amade ye di hemî waran da alîkariya Komara Azerbaycanê bike.
Li gorî rapora IRNAyê, Azertac, ajansa fermî ya nûçeyan a Komara Azerbaycanê raporek li ser hevdîtina Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Ilham Eliyêv, Serokomarê Komara Azerbaycanê weşand û ragihand ku Eliyêv tevî amajeya bi girîngiya taybet a vê seferê, ew nîşana piştevaniya aşkira ya Enqerê ji Komara Azerbaycanê ku di rewşeke dijwar da ye, da zanîn.
Wî got: Daxuyaniyên vebirr ên Receb Teyib Erdoxan nîşan da ku Komara Azerbaycanê ne bi tenê ye û li kêleka wê, welatê bihêz ê Tirkiyê heye.
Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî got ku ev sefer bi armanca nîşandana piştevaniya Enqere ji Bakûyê pêk hatiye û welatê wî amade ye di hemî waran da alîkariya Komara Azerbaycanê bike.