Cotmeh 06, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Rûsiye, Amerîka û Fransayê daxuyaniyeke hevpar derbarê Qerebaxê dan

Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê wek serokên Koma Mînskê (MINSK) ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li Qerebaxê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêrgêyî Lavrof, Mayk Pompêo û Jan Îvê Lodiriyan, Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê bi daxuyaniyeke hevpar tevî daxwaza jibo rawestandina pevçûnên Ermenistan û Komara Azerbaycanê li Qerebaxê, gurrbûna kêmdîtî ya tundiyan li vê navçeyê şermezar kirin.

Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê ji aliyên şêrr li Qerebaxê xwestin ku "Bilez û bêyî tu pêşmercekê agirbesê bipejirînin."

 

Serepeyv