Îlon 30, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Ermenistanê îdiaya Komara Azerbaycanê 'derew' da zanîn

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê daxuyaniya Bakûyê ku têda îdia kribû Pergala berevaniya mûşekî ya S300 a Ermenistanê rûxandiye, derew da zanîn.

Li gorî rapora YJC'yê ji zarê televîziyona Meyadînê, Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê  destnîşan kir ku daxuyaniya Bakûyê ku têda îdia kiribû Pergala berevaniya mûşekî ya S300 a Ermenistanê rûxandiye, ne rast e.

Çend saetan pêştir Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê îdia kir ku kariye  Pergala berevaniya mûşekî ya S300 ya Ermenistanê li navçeya Nagûro Qerebaxê ji nav bibe.

Yêrîvan û Bakû hevdu tawanbar dikin ku êrîşî ser xetê kontrolê li navçeya Nagûro Qerebaxê kirin û fîlmên wan êrîşan diweşînin ku têda firokeyên bêfirokevan, balefirên şêrr, tank û erebeyên zirêhî yên aliyê din tên nîşandan.

Artêşa Komara Azerbaycanê roja Çarşemiyê îdia ku kariye Pergaleke berevaniya mûşekî ya S300 ya Ermenistanê li vê navçeyê bide ber êrîşê û ji nav bibe.

 

Serepeyv