Îlon 23, 2020 14:08 Asia/Tehran
  • Venezuelayê li dijî Amerîkayê yekîneye taybet ava kir

Serokomarê Venezuelayê Nîcolas Madûro ku di hedefa êrişên rêveberiya Washîngtonê de ye, ragihand ku li dijî 'destwerdaneke gengaz a Amerîkayê wan yekîneyeke taybet a komando ava kirine.

Nîcolas Madûro diyar kir ku armanca yekîneya operasyona taybet a hatiye avakirin li dijî Amerîkayê ye. Madûro ragihand ku fermandariya yekîneyê yekser di destê serokomariyê de ye û got, "Ev yekîneya nû wê xwedî wê kapasîteyê bibe ku li her herêmeke welat 24 saetan û heman kêliyê de bikeve nava tevgerê."

Madûro li vîdeo konferansekê axivî ku li televîzyona dewletê hate weşandin û têda diyar kir ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp talîmat daye CÎA'yê ku li dijî Venezuelayê bikeve nava hewldanên 'veşartî' û 'terorîstî'. Madûro anî ziman ku Amerîka dikare dest li navendên petrolê yan jî elektrîkê, her wiha hedefên leşkerî û hilbijartinê werde.

Nîcolas Madûro diyar kir ku kesekî beriya niha girtine sîxurek e ku li êrişên Amerîkayê mikur hatiye. Li gorî texmînan kesê navborî Matthew John Heath e ku 11'ê Îlonê hate destgîrkirin.

Di meha Tebaxê de jî bi sûcdariya 'terorîzmê' 20 sal cezayê girtîgehê li du welatiyên Amerîkayê birîbûn.

Piştî hilbijartina parlemanê ya sala 2015'an krîza dîplomatîk a navbera rêveberiya Venezûela û Amerîkayê mezin bûbû. Amerîkayê muxalefeta rastgir a ku Madûro ji krîza aboriyê ya li welêt berpirsyar dibîne, weke 'nûnerê' welêt qebûl kiribû.

Li Venezûlayê tevî yekîneyên artêşê yên derdora 115 hezar kesî, her wiha hêzeke sivîl a tê texmînkirin 4.5 milyon kes e û weke 'Milîsên Bolîvar' tên naskirin yekser bi Madûro ve girêdayî ne.

Serepeyv