Venezuelayê balafireke amerîkî xiste xwarê
Îlon 17, 2020 07:16 Asia/Tehran
Hikumeta Venezuelayê ragihand ku balafireke amerîkî bi awayekî neqanûnî asmanê welat derbas kir û artêşê balafir xiste xwar.
Wezîrê karên hundir ê Venezuelayê Nestor Riverol li ser Twitterê ragihand ku artêşa Venezuelayê balafireke ku numareya amerîkî li ser hebû û tê îdiakirin ku ji bo veguhastina madeyên hişbir dihat bikaranîn, xiste xwarê.
Nestor Riverol daxuyand ku balafir bi awayekî neqanûnî derbasî asmanê Venezuelayê li herêma wîlayeta Zuliya bûye.
Serepeyv