Emmanûel Macron: "Em ê ji bo diyarkirina hewlesteke hevpar a li dijî Tirkiyê bixebitin"
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, piştî civîna bilind a bi welatên YE’yê yên ku sînorê wan bi Behra Spî re heye re axivî û diyar kir ku wê li Ewropayê ji bo diyarkirina helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyê bixebitin.
Welatên Yekitiya Ewropayê (YE) ku sînorê wan bi Behra Spî re heye, bi pêşengiya Fransayê li Girava Korsîkayê li hev civiyan. Ji bilî Fransayê, Îtalya, Îspanya, Malta, Portekîz, Yewnanistan û Qibris jî tevlî civînê bûn. Di civînê de geşedanên li Rojhilatê Behra Spî hatin nirxandin. Piştî civînê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron civîneke çapameniyê li dar xist. Macron, diyar kir ku wê li Ewropayê ji bo diyarkirina helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyê bixebitin. Ji Serokkomariya Fransayê rayedarekî ji AFP’ê re ragihand ku armanca civînê ew e ku beriya Civîna Bilind a YE’yê ya di 24-25’ê îlonê de bê lidarxistin, welatên YE’yê di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bibin xwedî heman nêrînê.