Ji ber lehiya li Sûdanê derdora 100 kes mirin
Îlon 09, 2020 08:44 Asia/Tehran
Di lehiya mezin a ku li Sûdanê rabûye, hate diyarkirin ku 100 kesan jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 100 mal hilweşiyan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûdanê (SUNA), ji ber leheya li Sûdanê rabûye, derdora 100 kesî jiyana xwe ji da û zêdetirî 100 mal hilweşiyan.
Hikumeta Sûdanê, roja Şemiyê ji ber lehiyê, li vî welatî heta 3 mehan rewşa awarte ragihand.
Li gorî agahiyên herî dawî ya Wezareta Avê ya Sûdanê, asta çemê Nîlê gihêştiye 17.62 mîtrî. Piştî zedeyî sed salan asta ava çem negihêştiye vê hejmarê.