Îlon 08, 2020 18:30 Asia/Tehran

Rusyayê gotibû me derziya Vîrûsa koronayê çêkirine, niha jî ragihand ku beşa pêşî ya ji derziyan hat belavkirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Sputnikê, Navenda Lêkolînê ya Gamelayê ev derzî çêkiriye û navê "Sputnik V" lêkirine. Li ser vê yekê ji Spuknik International Daria Bedenko nûçe saz kir û diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê ya Rusyayê li ser meseleyê wisa gotiye:

"Navneda Lêkolînên Mîkrobiyoljî û Epîdemiyolojî ya Neteweyî Gamaleya ku girêdayî Wezarenda Tenduristiyê ya Rusyayê ye ji bo pêşî li nexweşiya Vîrûsa koronayê ya nû bigire derziya 'Gam-COVID-Vac' (Sputnik V)' çêkir û beşa wê ya yekem belav kir. Testên qelîteya derziyê li laboratuvara Roszdravnadzor hatin çêkirin û derzî hat belavkirin."

Wezîre Tenduristiyê yê Rusyayê Mihail Muraşko jî gotibû ku ceribandinên asta sêyemîn ên derziyê vê hefteyê dê li kesên dilxwazin din.

Navenda Zanistê ya Dewletê jî ragihandibû ku heta dawiya vê mehê dê lêkolînên klînîki temam bibin. Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin jî şemiya borî ragihandibû ku piraniya gelê li Moskovayê dê heta çend mehan vê derziyê li xwe bixin.

 

 

 

Serepeyv