Îlon 08, 2020 12:35 Asia/Tehran
  •  Ji ber Kovîd-19'ê di rojekê da li Hindistanê 1133, li Brezîlyayê 310, li Meksîkayê jî 223 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrûsa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Hindistanê 1133, li Brezîlyayê 310, li Meksîkayê 223 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 1133 kesan va hejmara miriyan derket 72 hezar û 775an.

Li vî welatî di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 75 hezar û 809 kes zêde bû û derkete 4 milyon û 280 hezar û 422yan.

Li vî welatî hetanî nika 3 milyon û 323 hezar û 950 kes ji vîrûsê xilas bûn.

- Brezîlya

Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da 310 kes ji ber vîrûsê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 310 kesan va hejmara miriyan derket 126 hezar û 960î, hejmara pêketiyan jî 10 hezar û 273 kes zêde bû derket 4 milyon û 147 hezar û 794an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê nêzî 46 milyonî ye, 857 hezar û 330 kes bi vîrûsê ketin û 31 hezar û 377 kes ji ber vîrûsê mirin.

Hejmara kesên ji vîrûsê filitîn jî bû 3 milyon û 355 hezar û 564.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 223 kesan va hejmara miriyan derket 67 hezar û 781 kesî.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 3 hezar û 486 kes zêde bû û derkete 637 hezar û 509 kesan.

Li vî welatî hetanî nika 446 hezar û 715 kesên bi nexweşiyê ketibûn rind bûn.

Serepeyv