Îlon 08, 2020 12:35 Asia/Tehran
  •  Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19'ê ketin ji 27 milyon û 492 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 27 milyon û 492 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19'ê berhev dike, li dinyayê heta niha 896 hezar û 926 kes ji ber vîrûsê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 27 milyon û 492 hezar û 982 kesan, 19 milyon û 592 hezar û 280 kesên bi vîrûsê ketibûn jî pak bûn.

Li dinyayê 7 milyon û 3 hezar û 776 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 6 milyon û 485 hezar û 575 kesan, ji ber vîrûsê 193 hezar û 534 kes mirin.

Welatên hejmara waqieyan ji 250 hezarî zêdetir

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Hindistan (4 milyon û 280 hezar û 422), Brezîlya (4 milyon û 147 hezar û 794), Rûsya (milyonek û 30 hezar û 690), Peru (691 hezar û 575), Kolombiya (671 hezar û 848), Afrîqaya Başûr (639 hezar û 362), Meksîka (637 hezar û 509), Îspanya (525 hezar û 549), Arjantîn (488 hezar û 7), Şîlî (424 hezar û 274), Îran (388 hezar û 810), Îngiltere (350 hezar û 100), Fransa (328 hezar û 980), Bangladeş (327 hezar û 359), Erebistana Siûdî (321 hezar û 456), Pakistan (299 hezar û 233), Tirkiye (281 hezar û 509), Îtalya (278 hezar û 784), Iraq (264 hezar û 684) û Almanya (253 hezar û 625)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (127 hezar û 1), Hindistan (72 hezar û 816), Meksîka (67 hezar û 781), Îngiltere (41 hezar û 554), Îtalya (35 hezar û 553), Fransa (30 hezar û 726), Peru (29 hezar û 976), Îspanya (29 hezar û 516), Îran (22 hezar û 410), Kolombiya (21 hezar û 615), Rûsya (17 hezar û 871), Afrîqaya Başûr (15 hezar û 4), Şîlî (11 hezar û 652), Ekvador (10 hezar û 576) û Arjantîn (10 hezar û 129)."

 

Serepeyv