Îlon 07, 2020 16:03 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 51 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

 Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 17 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 07.09.2020ê li Rûsyayê 5 hezar û 185 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheştiye milyonek û 30 hezar û 690 kesan.

Herwaha li Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de 51 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara pêketiyên jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheştiye 17 hezar û 871 kesan.

Heta naha li Rûsyayê 840 hezar û 949 kes baş bûne û ji wê vîrusa kujer rizgar bûne.  

Serepeyv