Îlon 01, 2020 10:25 Asia/Tehran
  • Ewropayê pişta lihevkirina Sûdanê girt

Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê lihevkirinameya aştiyê ya navbera dewleta Sûdanê û komên çekdar wek hokara pêkhatina aştiyê li vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora kanala El-Cezîreyê, Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Cozêp Borêl (Josep Borrel) ji Tevgera gelanî ya azadkrina Sûdanê Baska Bakur bi Rêbertiya Ebdulezîz Helo û Tevgera Rizgarkirina Sûdanê bi rêbertiya Ebdulvahid Nûr xwest ku tevlî hewildanên jibo aştiyê bibin.

Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê lihevkirina Sûdanê nîşaneke girîng di pêvajoya veguhestina dîplomatîk û aborî li vî welatî da zanîn ku rê jibo pêkhatina aştiya hertimî xweş dike.

Lihevkirina aştiyê navbera Bereya Şoreşger a Sûdanê, hevpeymana sereke ya komên şoreşger li navçeya rojavaya Darfûrê û parêzgehên başûrî yên Nîla Şîn û Kurdofana Başûr û dewleta vî welatî duh Duşemiyê bi awayekî fermî hat wajokirin.

Ev lihevkiriname bi armanca bidawîanîna pevçûnên 17 salî li Sûdanê hatiye wajokirin.

 

Serepeyv