Tebax 28, 2020 22:40 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Japonyayê Abe biryara îstifayê da

Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê wî biryar daye ku ji wezîfeya îstifa bike.

Shînzo Abe ku ji sala 2012'an ve serokwezîrtiyê dike, bi civîneke çapemeniyê got, "Min biryar da ku ji wezîfeya Serokwezîrtiyê îstifa bikim."

Abe diyar kir ku nexweşiya uleratîf kolît a ku berê pê bû, ji nû ve lê vegeriya ye.

Serokwezîr Abe roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li nexweşaneyeke Tokyoyê wî testên tenduristiyê kiriye. Testên ku di nava heşt rojan de du caran hate kirin, bû sedema nîqaşên ku dibêjin rewşa tenduristiyê ya Abe cidî ye, rû bide.

Shînzo Abe ji ber ku dest ji wezîfeya serokwezaretiyê ber dide 'lêborîn' ji gelê Japonyayê xwest.

Abe got, "Heta ku Serokwezîrê nû bê tayînkirin, ez ê bi xurtî wezîfeya xwe bidomînim."

Di nava kesên ku navê wan ji bo Serokwezaretiyê di rojevê de ne şêwirmend û berdevkê hikumeta heyî Yoshîhîd Sûga û Wezîrê Maliyeyê Taro Aso hene.
 

Serepeyv