Tebax 28, 2020 15:03 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hezar û 150 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Amerîkayê hejmara pêketina bi vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetirî 184 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 28.08.2020ê hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 6 milyon û 48 hezar û 317 kesan.

Heta naha li Amerîkayê di 24 saetên borî de hezar û 150 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî heta naha 184 hezar 803 kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha heta naha 3 milyon û 248 hezar 377 kesên pêketiyê vîrusa korona jî li Amerîkayê baş bûne.

Serepeyv