Tebax 27, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Serokwezîra Fenlandê:

Serokwezîra Fenlandê "Sanna Marin" roja 24'ê mehê di civîna partiya xwe "Partiya Sosyal Demokrat" de axivî. Li gor nûçeya Reutersê Marin ji partiya xwe xwestiye ji bo dema saeta kar ji 8 saetan dakeve 6 saetan bixebitin.

Li gorî rapora Reutersê, Civina Partiya Sosyal Demokratan roja 23'yê mehê li dar ket. Serokwezîra Fenlandê "Sanna Marin" carek din ji bo serokatiya partiyê hat hilbijartin.

Wê roja 24'ê mehê axaftinek kir û got: "Li Fenlandê divê çawa demeke xebatê ya kurt çêbibe û fenlandî çawa bibin xwedî jiyaneke xebatê ya baş, li ser vê yekê divê nêrîneke me hebe, em gavên ber bi çav biavêjin."

Marin bang li partiya xwe kir ku bixebitin û dema xebatê ji 8 saetan daxin 6 saetan.

Li Fenlandê sedî 73.5 kes xwedî kar in û bi vê biryarê dixwaze vê derxe sedî 75'î.

Di axaftina xwe de Marin li ser perwerdehiyê, karbonê, geşkirina aboriyê jî axivî.

Marin di sala 1985'an de li Helsînkiya Fenlandê hatiye dinê, ji sala 2015'an de li Parlemena Fenlandê ye. D isala 2019'an de bû Wezîra Ragihandinê ya Fenlandê û di 8'ê berfanbara 2019'an de bû Serokwezîra welat. Ew niha li  dinyayê serokwezîra herî ciwan e.

Marin Serokwezîra Fenlandê ye lê hikumet ji koalîsyonê pêk tê. Ji bo ew vê daxwaza xwe bîne cih divê partiyên din ên koalîsyonê qanî bike.

 

 

Serepeyv