Tebax 26, 2020 09:40 Asia/Tehran
  • 80 penaber noqî deryayê bûn

Li Girava Herke ya nêzî Girava Rodos a Yunanistanê keştiya 80 penaber lê suyar bûbûn, noqî ava deryayê bû.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Girava Herke ya li Rojavayê Girava Rodos a Yunanîstanê keştiya ku 80 penaber lê siwar bûbûn noqî avê bû. Midûriyeta Kendavê ya Girava Rodosê yekîneyên noqer û helîkoptera Super Puma şandin alîkariyê.

Piştî keştî noqî avê bû yekîneyên hawarê dest bi lêgerînê kirin.

 

 

 

Serepeyv