Tebax 25, 2020 09:43 Asia/Tehran
  • Brîtanyayê ji çalakiyên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Sipî rexne kir

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê di hevdîtinan bi hevpêşeyê xwe yê yûnanî, ji çalakiyên kêşeza yên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Sipî rexne kir.

Li gorî rapora malpera Ekasî Mirînî, Ben Walas (Ben Wallace), Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê roja Duşemiyê 24ê tebaxê di axftina telefonî digel Nîkos Panagoytopolos, Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê ji tevgerên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Sipî ku kêşe û alozî li navçeyê gurr kiriye, rexne kir û pişta Yûnanê girt.

Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê jî di vê gotûbêjê da got: Dewama hebûna keştiyên Tirkiyê wêdadayîn akêşeyê li navçeyê ne pêkan dike û ev yek dibe sebeba zêdebûna bûyeran û nearamiyê li navçeyê.

Nîkos Panagoytopolos her wiha li ser amadetiya Yûnanê jibo gotûbêj û danûstandina bi Tikriyê ra di çarçova qanûnên navneteweyî bi mercê derketina keştiyên lêkolînî yên Tirkiyê ji kewşena Yûnanê ragihandiye.

Kêşeyên li deryaya Sipî ji sala bihurî va û ji ber hewildanên Tirkiye, Yûnan û Qibrisê jibo operasiyona vedîtin û kolandinê li navçeyê zêde bûye û ev yek bûye sebeba xuyabûna kêşeyên qedîmî.

Vedîtina petrolk û gazê li Deryaya Sipî ji aliyê Tirkiyê va, nakokiya vî welatî digel Yekîtiya Ewropayê kûrtir kiriye.

 

 

 

Serepeyv