Tebax 25, 2020 02:29 Asia/Tehran
  • 24ê Tebaxê; Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 23 milyon û 586 hezarî derbas bû

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) ji 23 milyon û 586 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 812 hezar û 527 kes ji ber vîrusê mirin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 5 milyon û 874 hezar û 146 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 180 hezar û 604 kes jî mirin.

- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezilya (3 milyon û 605 hezar û 783), Hindistan (3 milyon û 106 hezar û 348), Rusya (956 hezar û 749), Afrîqaya Başûr (609 hezar û 773), Peru (594 hezar û 326), Meksika (560 hezar û 164), Kolombiya (541 hezar û 147), Îspanya (407 hezar û 879), Şili (397 hezar û 665), Îran (358 hezar û 905), Arjantin (342 hezar û 154), Îngiltere (325 hezar û 642), Erebistana Siûdî (307 hezar û 479), Bangladeş (294 hezar û 598), Pakistan (293 hezar û 261), Îtalya (259 hezar û 345) û Tirkiye (258 hezar û 249)."

Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bû ev in:

"Brezilya (114 hezar û 772), Meksika (60 hezar û 480), Hindistan 57 hezar û 692), Îngiltere (41 hezar û 429), Îtalya (35 hezar û 427), Fransa (30 hezar û 513), Îspanya (28 hezar û 838), Peru (27 hezar û 663), Îran (20 hezar û 643), Kolombiya (17 hezar û 316), Rusya (16 hezar û 383), Afrîqaya Başûr (13 hezar û 59) û Şili (10 hezar û 852)."

 

 

Serepeyv