Tebax 23, 2020 11:23 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Beyan: Lihevkirina Lîbyayî xelatkirina Qahirê û derbekirina Enqerê ye

Rojnama îmaretî ya El-Beyan derberê lihevkirina aliyên lîbyayî nivîsarek daye weşandin û tê de diyar kiriye ku ev lihevkirin xelatkirina Qahirê û derbekirina Enqerê ye.

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Lihevkirina di parlemana Lîbyayê û meclisa hevserokatiya hikumeta Wîfaqê ya agirbestê û vegera birêveçûna siyasyî ya ber bi rêxistinkirina hilbijartinên parleman û serokatiyê ve di bihara bê de, projeya serokkomarê Tirkiyê Receb Teyibp Erdogan têk bir. Li gel wê jî her du aliyan banga derketina hêzên biyanî û çeteyan ji welat kir, her wiha divê di Serte û Cefrayê de hêzên polîsên ji tevahî herêmên welat tê de hebin."

Li gorî daxuyaniya her du aliyên binakok, dê bi agirbestê re derxistina petrolê li sûkên derve jî pêk bê. Lê dahatûyên petrolê divê têkevin banka Lîbyayê ya derve û bê cemidandin heta ku çareyeke siyasî pêk tê. Dê ev jî rêya piştevaniya madî ji milîşên derveyî qanûnê, komên çete û terorîstan re bigire.

Serepeyv