Tebax 22, 2020 03:16 Asia/Tehran
  • Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî sûdwergirtina Amerîkayê ji Mekanîsma Maşeyê ne

13 endamên Konseya Ewlehiyê ya NY dijayetiya xwe digel biryara Amerîkayê ya çalakkirina Mekanîsma Maşeyê (Trigger Mechanism) li dijî Îranê ragihandin.

Reutersê ragihand: 13 endamên Konseya Ewlehiyê ya NY bi şandina nameyan destnîşan kirin ku Waşîngton sala 2018an ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê derketiye û êdî endamekî vê peymanê nîne ku bixwaze li gorî wê Mekanîsma Maşeyê çalak bike.

Van endaman ragihandin ku Amerîkayê rewatiya vegerandina boykotên dijî Îranê li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ji dest daye.

Tenê welatê Domînîkenê li dijî hewildana Amerîkayê jibo vegerandina Mekanîsma Maşeyê derneketiye.

Dijayetiya endamên Konseya Ewlehiyê ya NY digel vê biryara Amerîkayê di halekî da ye ku Mike Pompeo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê berêvara Pêncşemiyê li gorî dema New Yorkê bi şandina nameyekê bo Serokê Konseya Ewlehiyê ya NY, Îran bi binpêkirina Lihevkirina Atomî tawanbar kir û bi fermî xwest ku boykotên li ser Îranê bên vegerandin.

Têroîkaya Ewropî (Fransa, Alman û Brîtanya) jî bi radestkirina nameyê bo serokê Konseya Ewlehiyê ya NY, dijayetiya xwe digel biryara Amerîkayê ragihandin.

 

 

Serepeyv