Tebax 21, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Milîşên Wîfaq êrişî xwepêşandêrên li rojavayê Terablusê kir

Kom û milîîên girêdayî hikumeta Dewleta Nîştimanî ya Wîfaqê li Lîbyayê duh bê ser û ber gulle li xwepêşandêrên li bajarê Zawiyê yê rojavayê Terablusê reşandin. Xwepêşandêran di ji ber rewşa debarê û kêmbûna xizmetguzariyên giştî li welat de çalakî li dar xist. 

Çalakvanan got çekdarên girêdayî milîşên Seriya yekemîn li Zawiyê yên bi serkêşiya Mihemed Behron bi nasnav "Far" gulle li xwepêşandêrên li dijî hikumeta Wîfaqê reşandin. Xwepêşandêr ji ber pirsgirêkên di xizmetguzariyên gştî, bi taybet kehrebe, derengmayîna mûçe, tevliheviya ewlehî ya bi sedema belavbûna çeteyan, daketin qadan. Her wiha xwepêşandêran diruşmên derkirina çete û rakirina serokê hikumeta Wîfaq Fayiz Sîrac berz dan.

Bi daxwaza dayîna mûçe, dabînkirina sererastkirina xizmetguzariyên giştî û guhartina berpirsên herêmê yên li bajêr û piştî xwepêşandêran rê girtin û teker şewitandin, li Zawiyê heta niha rewşeke bihêrs heye.

Ev xwepêşandan bilindbûna azarên debarê û aborî li welatekî bi petrolê dewlmend e diyar dike. Her wiha piranî lîbyayiyan barê van azar û pirsgirêkan hildigirin li ser hikumeta Wîfaqê ne. 

Serepeyv