Joe Biden: Ezê Peymana Navokî qahêm û xurt bikim
Nemzedê Demokratan yê hilbijartina serokomariya 2020 ya Amerîkayê Joe Biden got: Ger ez li hilbijartina serokomariyê werim bijartin, ezê bi hevkariya hevpeymanên Amerîkayê Peymana Navokî ya tev Îranê bi hêz û xurt bikim.
Li gor Fars Newsê Biden namzedê Partiya Demokrat a Amerîkayê bi weşandina nivîsarekê di kovara Foreign Affairs, sisetên xwe yê derve piştî serketina li hilbijartinan rave kirine.
Biden dibêje: Îran divê vegere ser Peymana Atomî (Navokî) û wê tam cih bîne di vê rewşê de em jî vedigerin nav vê peymanê û gişt xalên wê cih tînin û emê sozdariya xwe derheq dîplomasiyê nîşan bidin û bi hevkariya hevpeymanên xwe emê vê peymanê bi hêz û xurtir bikin.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trum di 8 Gulana 2018 de ji Peymana Navokî derket û soz dabû ku bi sepandina zext û zora herî zêde ser Îranê wê neçar bike ku peymaneke din a baştir tev wê bide îmzakirin , piştî derbasbûna du salan ev mirazê Trumjp serê xwe negirt.