Tebax 18, 2020 19:00 Asia/Tehran
  • Rojnameya

Der barê Lîbyayê de Rojnameya erebî ya "EL-BEYAN" wiha nivîsî: "Hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê peymana sêalî ji bo zêdekirina piştevaniya leşkerî ji milîsên wê re ragihand, dê di encamê de nakokî zêde bibin û derfetên vegera dan û standin û sepandina agirêbestê têk biçin."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rojnameya erebî ya "EL-BEYAN" nivîsiye: "Bi rasthatina serdana wezîrê Almanya "Haiku Maas" de, duh wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar û wezîrê Qeterê Xalid Etiye serdana Terablusê kirin û wê serdanê gelek pirs çêkirin. Her wiha wezîrê karên derve yê Almanyayê Haiku Maas serdana Lîbyayê kiribû û dabû zanîn ku helwesta welatê wî eşkere ye û li gorî Konferansa Berlînê û DYA’yê ya pêwîstiya sepandina agirêbestê, ragihandina Sirteyê ya herêma bêçek, vekirina perav û avahiyên petrolê ye."

 

 

 

Serepeyv