Tebax 18, 2020 02:55 Asia/Tehran
  • Heta 17ê Tebaxê; Li Nîceryayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 49 hezarî derbas bû

Li Nîceryayê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, hejmara pêketiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) derket 49 hezar û 68an.

Di daxuyaniya Navenda Kontrola Nexweşiyê ya Nîceryayê (NCDC) da hat destnîşankirin ku li vî welatî heta niha 347 hezar û 545 testên Kovîd-19ê hatin kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li vî welatî di 24 saetên dawîn hejmara pêketiyan 298 zêde bû û derket 49 hezar û 68an.

Herwisa hat destnîşankirin ku li welêt di 24 saetên dawîn da kesekî din jî mir û hejmara giştî ya kesên mirin derket 975an, ya kesên baş bûn jî derket 36 hezar û 497an.

Li ser asta Afrîkayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 120 hezarî derbas bû û her wiha 25 hezar û 670 kes jî mirin.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 587 hezar û 345, li Misrê bû 96 hezar û 475 û li Nîceryayê jî bû 49 hezar û 68.

 

 

Serepeyv