Tebax 17, 2020 14:08 Asia/Tehran
  • Li Japonya ji ber germa zêde di heftiyekî de 27 kes mirin

Li paytexta Japonyayê Tokyoyê ji ber germa zêde di heftiyekî de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya NHK ya weşangeha giştî li Japonyayê ragehandiye, Ofîsa Tenduristiya Giştî û Refaha Civakî ya Tokyoyê ragehandiye ku ji ber germa zêde di heftiya dawiyê de 27 kesên ku temenên wan di navbera 50 û 90 salî de ne jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin ji sedî 70yê mirinan ji 70 salî ne û 26 bûyerên mirinê di malan de pêkhatine û hat ragehandin 23 kesan di mala wan de cîhaz û amûrên hewadanê nebûne.

Li Tokyoya paytexta Japonyayê di nav vê meha borî de 53 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest dan û pisporê tenduristiyê dibêjin divê berdewam amûrên hewadanê bên bikaranîn û herkesek divê pir avê vexwa.

Serepeyv