Ji ber Kovîd-19'ê di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 944, li Brezîlyayê 709, li Meksîkayê 635 kes mirin
Li Hindistanê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 944 kes mirin.
Li Hindistanê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 944 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 944 kesan va hejmara miriyan derket 49 hezar û 980yan.
Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 63 hezar û 490 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 589 hezar û 682yan.
Li vî welatî hetanî niha milyonek û 862 hezar û 258 kes ji vîrusê xilas bûn.
- Brezîlya
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 709 kesî va hejmara miriyan derket 107 hezar û 232yan, hejmara pêketiyan jî 41 hezar û 576 kes zêde bû derket 3 milyon û 317 hezar û 96an.
Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê nêzî 46 milyonî ye, 686 hezar û 122 kes bi vîrusê ketin û 26 hezar û 613 kes ji ber vîrusê mirin.
Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 2 milyon û 404 hezar û 272.
Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 635 kesan va hejmara miriyan derket 56 hezar û 543 kesan.
Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 6 hezar û 345 kes zêde bû û derkete 517 hezar û 714 kesan.
Li vî welatî hetanî niha 351 hezar û 372 kesên bi nexweşiyê ketibûn, qenc bûn.