Tebax 16, 2020 18:31 Asia/Tehran
  •  Li Afrîqayê hejmara pêketiyên Kovîd-19'ê ji milyonek û 110 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîqayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 112 hezar û 732an.

Li gorî malpera "Worldometer" a daneyên der heqê Kovîd-19'ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19'ê di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 309 zêde bû û derket milyonek û 112 hezar û 732an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 234 zêde bû û derket 25 hezar û 377an.

Heta niha ji ber Kovîd-19'ê herî zêde kes li Afrîqaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 677 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 141 mirinî va Misir û bi 1360 mirinî va jî Cezayîr tên.

Li Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyan bû 568 hezar û 919, li Misrê bû 95 hezar û 963 û li Nîjeryayê jî bû 47 hezar û 743.

Li Morityusa ji welatên parzemîna Afrîqayê nexweşên Kovîd-19'ê êdî neman lê ji Seyşeller û Erîtreyê jî heta niha raporên mirinên ji ber Kovîd-19'ê qet nehatin.

Li Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyan bû 583 hezar û 653, li Misrê bû 96 hezar û 336 û li Nîjeryayê jî bû 48 hezar û 770.

Li Afrîqayê 827 hezar û 988 pêketiyên şewbê jî baş bûn.

 

 

Serepeyv