Tebax 14, 2020 14:45 Asia/Tehran
  • Washington: Hewldanên El-Qaîde û DAIŞ`ê yên komkirina pereyan hatin têkbirin

Wezareta Edaletê ya Amerîkayê ragihand ku wan hewldanên El-Qaîde û DAIŞ`ê yên komkirina pereyan bi rêya planên xwe yên firotina alavên sexte yên parastina ji Koronavîrusê li nexweşxaneyên Amerîkayê, têk birine.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Kovara News Week a Amerîkayê ragihand ku Wezareta Edaletê ya Amerîkayê çeteyekî DAIŞ`ê yê tirkî bi navê Murat Çakar bi sextekariyê tawanbar kir û got wî hewl dida bi rêya înternetê alava ‘PPE’ ku qaşo mirovan ji Koronavîrusê diparêze, bifirota û bi pereyên wê piştgiriya rêxistinên tundraw bikira.

Komîteya lêpirsînê parve kir ku Çakar malpereke bi navê FaceMaskCenter.com bi kar dianî û tê de alavên parastina kesayetî diweşandin. Lê daxuyaniya wezaretê diyar kir ku ev alav ji hêla Rêveberiya Xurek û Dermanan ve nehatiye erêkirin.

Rayedarên Amerîkayê ji kovarê re diyar kir ku wan derdora milyonek dolarî girtine û wan 300 hesabên pereyên jimarî, 4 malper û 4 rûpelên li ser Facebookê girtine, ji ber pere ji bo El-Qaîde û DAIŞ`ê dihat komkirin.

Wezaretê daxuyand ku ev tedbîr wek mezintirîn proseya kontrolkirina pereyên jimarî ye.

Rayedarên Amerîkayê gotin ev hemleyên bi rêya înternetê rêbazeke piştgiriya komên tundraw e ku pereyan ji tevahî cîhanê kom bikin.

 

 

 

Serepeyv