Tebax 13, 2020 20:40 Asia/Tehran
  •  Li Qazaxistanê gundekî kurdan rastî êrişa qazaxan hat

Li welatê Qazaxistanê, ku yek ji komarên Soviyeta berê ye û gelek kurd tê de dijîn tirkên qezax êrişî gundekî kurdan kirin.

Nivîskarê kurd Hejarê Şamîl, ku kurdekî Qazaxistanê ye, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, nîvê şeva 11 Tabaxa îsal, bi dehan kesên Qazax êrîşî gundê Qasqabulakê Ii nahiya Talasa ya Qazaxistanê kirin. Di wî gundî de tenê Kurd dijîn.

Li gorî agahiyên Şamîl, erîşkaran bi çendîn otomobîlan, dema gel di xew de bûne, ketine nav gund û pencereyên xelkê şikînandine, Kurd tehdît kirine û tirsandine.

Li gor agahiya fermî ya dewleta Qazaxistanê sedema êrîşa ne nijadperestî ye belkî ji ber arîşeyên civakî bûye.

Lê çavkaniyên herêmê dibêjin, wan kesan bi hêrseka nîjadperestane êriş kirine û xelkê gund tehdîd kirine . Ewan desnîşan kirine ku di encama propagandên dewleta Tirkiyê ên provaksiyon û pîjkirina tirkên qezax de hestên nijadperestî li dijî kurdên Qezaxistanê ku berê tiştekî wiha tinebû zêde bûne.  

Her çiqas hemî êrîşkar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibin girtin jî lê tirs di nav gel de berdewam e.

Serepeyv