Cara yekemîn jineke afrîqayî dibe cîgira serokê Amerîkayê
Tebax 13, 2020 15:26 Asia/Tehran
Namzetê serokomariya Amerîkayê yê Partiya Demokrat Joe Biden senator Kamala Harris ji bo ku di hibijartinên 3`yê Mijdarê de bibe cîgira wî, hilbijart.
Joe Biden li ser hesabê xwe yê Twitterê Kamala Harris wek cîgira xwe ragihand û got ew bi vê yekê serfiraz e.
Bi vê yekê Kamala Harris (55 salî) di dîroka Amerîkayê de, dibe yekemîn jina afrîqayî ku tev li hilbijartinên serokatiyê dibe û vê erkê bi dest dixe.
Kamala Harris endama Kongreyê ya Californiayê bû.