Fransa dê hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryayê Spî xurt bike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got Fransa dê hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryayê Spî xurt bike û bang li dewleta Tirkiyê kir ku xebatên kolandinê di herêma nakok de bisekinîne.
Li gorî ajansa Reutersê, nivîsgeha Macron di daxuyaniyekê de got serokê Fransayê bi rêya telefonê bi serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re fukarên xwe der barê kolandina yekalî ya dewleta Tirkiyê rave kir.
Macron wiha domand: "Divê xebatên kolandinê werin rawestandin da ku diyalogeke aştiyane di navbera her du dewletên de ku endamên NATO`yê ne, pêk were."
Di vê hefteyê de û dema keştiya kolandinê ya dewleta Tirkiyê Oruç Reîs gihaşt herêma nakok û pê re keştiyên şer, asta rageşiyê zêdetir bû.
Di daxuyaniya Macron de wiha hate gotin: "Fransa bi armanca çavdêriya rewşa herêmê û pêkanîna qanûna navdewletî dê bi awayekî demkî hebûna xwe ya leşkerî xurt bike."
Tirkiyê hewldanên xwe ji bo peydakirina neftê di derdora giravên Yewnanistanê de dane despêkirin ku vê yekê hikûmeta Yewnanistanê xistiye nav fukarên kûr. Ji ber vê yekê vî welatî hêzên xwe yên çekdar xistiye nav seferberî û amadetiya tam.
Yewnanistanê du giravên xwe yên Rhodes û Kastelorizo li rojhilata Deryaya Spî wek cixîza sor daye ragihandin û ji Tirkiyê xwestiye xwe nêzîkî van du giravan neke.