Tebax 11, 2020 20:59 Asia/Tehran
  • Putîn tomar kirina yekem perpûna Koronayê li cîhanê ragihand

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn radigihîne, Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê yekem perpûna (vaksena) Koronayê li cîhanê berhem anî.

Serokê Rûsyayê bi rêya vîdeokonfransê bi endamên hikûmeta xwe re civiya û di civînê de ragihand: “Ez hatim agahdar kirin ku yekem perpûna li dijî vîrûsa Koronayê li cîhanê vê sibê hat tomarkirin.’’

Putîn da zanîn, dema wî hûrgiliyên zêdetir ji Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê Mîkhaîl Muraşko derbarê wê vaksînê de xwastin, wî got: ‘’Perpûn bi awayekî gelek baş kar dike. perpûnê hemû testên pêwîst derbas kirin”.

Putîn got, keçeke wî perpûna nû ya li dijî vîrûsa koronayê biriye. Germiya bedena wê 38 derece bû û piştî birina wê perpûnê, germa wê daket 37 dereceyan.

Eva cara çendem ku Rûsyayê îdia kiriye ku vaksen an dermanê Koronayê çê kiriye.

Tomarkirina vê perpûnê li dijî vîrûsa Koronayê di demekê de ye ku, li seranserî cîhanê zêdetir ji 20 milyon kes bi vîrûsê ketine û zêdetir ji 739 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.

Serepeyv