Tebax 11, 2020 20:41 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 130 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

 Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa korona zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 11.08.2020ê li Rûsyayê 4 hezar û 945 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheştiye 897 hezar û 599 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 130 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara pêketiyên jiyana xwe ji dest dane jî geheştiye 15 hezar û 131 kesan.

Li Rûsyayê heta naha 703 hezar û 175 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne û ji wê vîrusa kujer rizgar bûne.

Serepeyv