Tebax 10, 2020 03:13 Asia/Tehran
  •  Li Afrîqayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin nêzîkî milyonek û 40 hezarî bû

Li parzemîna Afrîqayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 39 hezar û 678.

 Li parzemîna Afrîqayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 39 hezar û 678.

Li gor malpera "Worldmeter"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîqayê 14 hezar û 209 kesên bi vîrusê ketine hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket milyonek û 39 hezar û 678an.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 413 zêde bû û derkete 22 hezar û 966an.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîqaya Başûr mirin. Li Afrîqaya Başûr 10 hezar û 210 kes, li Misrê 4 hezar û 992 kes, li Cezayîrê jî 1293 kes mirin.

Li Morityusê Kovîd-19 nema, li Seyşelê û Erîtreyê hetanî niha tu kes ji ber vîrusê nemirıye.

Li Afrîqaya Başûr 553 hezar û 118 kes, li Misrê 95 hezar û 314, li Nîjeryayê 46 hezar û 140 kes bi vîrusê ketin

Li Afrîqayê 723 hezar û 688kesên bi vîrusê ketibûn jê filitîn û baş bûn.

 

 

Serepeyv