Tebax 08, 2020 10:42 Asia/Tehran
  • Ermenistan dê geştên asimanî bo Îranê ji nû va destpê bike

Kompaniya Geştên Asimanî ya Armenia Airways a Ermenistanê ragihand ku ji roja 25ê Tebaxê va dê geştên asimanî bo Îranê ji nû va destpê bike.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kompaniya Geştên Asimanî ya Armenia Airways  a Ermenistanê ragihand ku ji roja 25ê Tebaxê va dê geştên asimanî bo Îranê ji nû va destpê bike.

Li ser Facebooka vê kompaniyê hatiye ku cîbecîkirina rêwiyan dê bi berçavgirtina protokolên tendurustiyê pêk were û firotina bilêtên têkildarî van geştan dê ji 11ê Tebaxê va destpê bike.

Firînên navbera Ermenistan û Îranê ji çend mehan beriya niha va ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê hatibûn rawestandin.

 

 

 

Serepeyv