Tebax 08, 2020 10:20 Asia/Tehran
  • Heta 7ê Tebaxê; Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 877 hezarî derbas bû

Li Rûsyayê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ketin gihîşt 877 hezar û 135an û heta niha 14 hezar û 725 kes jî mirin.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêlêgirtina Şewba Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê di nav 24 saetên dawîn da bi 5 hezar û 241 kesî ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin û hejmara haletan gihîşt 877 hezar û 135an.

Li welêt di nav rojekê da hejmara miriyan 119 zêde bû û gihîşt 14 hezar û 725an û 7 hezar û 235 kes jî pak bûn û hejmara rehetbûyiyan jî bû 683 hezar û 592an.

Li seranserê Rûsyaya ya ku cara ewil di 31ê Rêbendanê (Çile) da Kovîd-19 lê hatibû tesbîtkirin heta niha ji 30 milyonî zêdetir test hatin kirin.

Serepeyv