Tebax 08, 2020 10:06 Asia/Tehran
  • Trump:

Serokomarê Amerîkayê îdia kir ku heke di hilbijartina bê ya Serokomartiyê bi ser keve, ewê zûka bi Îranê va li hev bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Donald Trump, Serokomarê Amerîkayê êvara Îniyê îdia kir: "Îranî hez nakin ez bibim serokomar û vedibijêrin bi Co Baydên va li hev bikin; Lê heke z bi ser kevim, emê bi Îranê û heta bi Koreya Bakur va li hev bikin."

Trump her wiha îdia kir: "Heke Îran û Çîn bi Baydên va li hev bikin, ewê bibin xwediyê Amerîkayê."

Donald Trump pêştir ji vêya jî bi derketina ji Peymana Atomî û şopandina siyaseta bi navê Stratejiya Zexta herî pirr li dijî Îranê soz dabû ku Îranê jibo amadebûna li gotûbêjan jibo bidestxistina 'Lihevkirina Baştir' - li gorî gumana wî - razî bike.

Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê jî bi caran destnîşan kirine ku her cûre gotûbêjek dê girêdayî bi wêdadayîna siyasetên dijminane yên Waşîngtonê li dijî Îranê û vegeriyana Anerîkayê bo Peymana Atomî û di çarçova gotûbêjên Koma 5+1ê be.

 

 

Serepeyv